Pêxistina fitîla şerê civakî – 8
Piştî teqînên sala 2007’an PDK’ê bi hinceta ewlehiyê Şengal veguherand girtîgeheke vekirî û bi rêya provokasyona bi wekalet, fitîla şerê civakî di navbera Êzîdî û Ereban de pêxist.
Piştî teqînên sala 2007’an PDK’ê bi hinceta ewlehiyê Şengal veguherand girtîgeheke vekirî û bi rêya provokasyona bi wekalet, fitîla şerê civakî di navbera Êzîdî û Ereban de pêxist.
Teqînên 14’ê Tebaxa 2007’an ên li Tilizêr û Sîba Şêx Xidir, bûn amûreke siyasî ku bi rêya wê Şengal bi temamî hat zindanîkirin. Di vê beşa heştemîn de, em ê balê bikişînin ser wê yekê ku çawa piştî van teqînan, bi hinceta parastinê, sîstemeke kontrolkirina civakî û parçekirina dîrokî hat avakirin. Ev beş nîşan dide ku çawa PDK’ê bi navê ewlehiyê Êzîdî xistin nava xefikeke nû û çawa têkiliyên hezarsalî yên di navbera Êzîdî û Erebên derdorê de hatin têkbirin.
Piştî teqînên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ên sala 2007’an, civaka Êzîdî di nava tirs û şaşwaziyeke mezin de ma. Ev şaşwaziya derûnî, ji aliyê hêzên serwer ên li herêmê û bi taybetî ji aliyê PDK’ê ve, wekî firsendeke dîrokî ya ji bo kontrolkirina tam a Şengalê hat bikaranîn. Bi hinceta ku ‘em ê we biparêzin û nehêlin teqînên wisa dubare bibin’, projeyeke nû ya ewlehiyê ket meriyetê ku di rastiyê de projeya girtîgehên vekirî bû. Gava yekem a vê projeyê, avakirina hêzên çekdar ên ji nav ciwanên Êzîdî bû. Lê belê, ev hêz ne wekî hêzeke parastina xweser a girêdayî vîna civakê, wekî Pêşmergeyên girêdayî PDK’ê hatin birêxistinkirin.
Li gorî belgeyên ewlehiyê yên salên 2008-2010’an, bi hezaran ciwanên Êzîdî hatin bi çek kirin. Ev pêngava ku di serî de wekî rêxistinkirina parastinê dihate dîtin, di rastiyê de hewleke girêdana bi mûçe û fermanê bû. Ciwanên Êzîdî çek girtin, lê fermandarên wan ên sereke ne Êzîdî bûn. Di heman demê de biryarên ewlehiyê ne di destê rûspî û vîna civaka Êzîdî de bûn; ew tenê kesên ku talîmatan pêk dianîn. Ev rêbaz, di aliyê derûnî de Êzîdiyan fêrî girêdayîbûna bi desthilatdariya partî kir. Gava ku tu çek didî mirovekî lê vîna biryardanê nadî wî, tu wî nakî parêzvan, tu wî dikî karmendê bi çek.
Piştî biçekkirina ciwanan, gavên dorpêçkirina fizîkî, dest pê kirin. Li derdora hemû komelgehên Êzîdiyan ên ku di salên 70 û 80’yî de ji aliyê rejîma Baasê ve hatibûn avakirin xendek hatin kolan. Ev xendek bi navê astengkirina wesayîtên bombebarkirî hatin çêkirin. Lê di pratîkê de, wan xendekan komelgeh veguherandin zindanên dorpêçkirî. Ji bo her komelgehekê tenê yek deriyê hatinûçûnê hat hiştin û ev derî rasterast ket bin kontrola hêzên PDK’ê. Êzîdiyan ji bo ku herin ser karê xwe, biçin çandiniyê an jî serdana xizmên xwe bikin, neçar bûn ku di vî deriyê kontrolê re derbas bibin. Ev sîstem, sîstema kontrolkirina nifûsê bixwe bû. Êzîdiyan êdî nikaribûn bi azadî li ser axa xwe tevbigerin. Şengal bi wan xendekan û wan deriyan, bi awayekî fizîkî ji erdnîgariya xwe hat qutkirin.
Pêngava sêyemîn û ya herî xedar a vê siyaseta ewlehiyê, têkbirina têkiliyên dîrokî yên di navbera Êzîdî û pêkhateyên din de bû. Bi salan di navbera Êzîdiyên Şengalê û Erebên derdorê bi taybetî yên Sunnî de cîrantiya baş, têkiliyên aborî û yên çandiniyê hebûn. Heta di demên herî dijwar ên rejîma Baasê de jî, ev her du pêkhate bi hev re danûstendin dikirin. Lê piştî teqînan, siyaseta fermî hemû xeterî spart ser milê Erebên derdorê. PDK’ê bi zanebûn talîmatên teqez dan ciwanên Êzîdî yên ku kiribûn pêşmerge û ji wan re digotin ‘Pêwîste Ereb bi kontrol û astengiyên mezin derbasî nava gundên Êzîdiyan bibin.’ Ev talîmat ne tenê ji bo mêran, ji bo jinan jî derbasdar bû. Rewş gihîşt asteke wisa ku, bi hinceta ewlehiyê, jinên Ereb bi saetan li ber wan deriyên kontrolê dihatin rawestandin û di bin tavê de dihatin hiştin da ku werin kontrolkirin.
Ya herî girîng ew e ku ev hewldanên astengkirin û biçûkxistinê, rasterast bi destê wan ciwanên Êzîdî yên ku di xalên kontrolê de bûn dihatin pêkanîn. Ev yek, taktîkeke pir xeternak a şerê civakî bû. Desthilatdariyê biryara zextê dida, lê pêkanîna vê zextê Êzîdî bi xwe bûn. Gava ku cîranên Ereb dihatin wê derê û li pêşberî xwe ciwanekî Êzîdî yê bi çek didîtin ku wan asteng dike, dijminatî rasterast ne li hemberî desthilatdariyê, li hemberî civaka Êzîdî bixwe çêdibû. Ev siyaseta ku di civaknasî de wekî provokasyona bi wekalet tê binavkirin, di nava salên 2008-2013’yan de kîn û nefreteke mezin di navbera Êzîdî û Ereban de pêş xist. Cîranên ku bi dehsalan nanê hev dixwarin, êdî li xalên kontrolê wekî dijmin li hev dinêrîn.
Arşîvên wê demê û vegotinên rûspiyan nîşan didin ku ev yek bi zanebûn hat kirin. Ger te bixwesta ewlehiyê biparêzî, te dikaribû sîstemeke ewlehiyê ya teknîkî yan jî sîstemeke hevkariyê ya bi rûspiyên her du aliyan re ava bikira. Lê belê, armanc ne parastin bû; armanc parçekirina yekitiya civakî ya herêmê bû. Bi afirandina nefretê di navbera Ereb û Êzîdiyan de, PDK’ê dixwest Êzîdî bi temamî hîs bikin ku dora wan bi dijminan hatiye girtin û ew tenê û tenê mecbûrî PDK’ê ne. Dema ku mirov hîs bike ku hemû cîranên wî dijminê wî ne, ew xwe dispêre hêza serdest, heta ku ew hêz wî dîl jî bigire. Ev, siyaseta çêkirina girêdayîbûna bi rêya tirsê bixwe bû.
Ev kîna ku bi destê talîmatên ewlehiyê di navbera van her du pêkhateyan de hat çandin, zemîna fermana sala 2014’an amade kir. Di 3’yê Tebaxê de, gava ku êrîş hatin, ne tenê çekdarên biyanî yên DAÎŞ’ê, gelek cîranên Ereb jî tevî wê êrîşê bûn. Çima? Ji ber ku ew kîna ku di wan salên xalên kontrolê û xendekan de hatibû jiyîn, veguherîbû xwesteka tolhildanê. Gava ku tu destûrê bidî ku jin an jî extiyarên civakekê Ereb li ber deriyên komelgehekê werin biçûkxistin, tu di rastiyê de tovê qirkirinekê diçînî. PDK’ê bi zanebûn ev kar bi destê ciwanên Êzîdî da kirin, da ku ger rojekê tolhildanek hebe, ew tolhildan rasterast li dijî Êzîdiyan pêk were. Wan Şengal kiribû qada mayînkirî ya civakî; wan fitîla şerê pêkhateyan pêxist û dema teqînê nêzîk bû, wan tenê xwe kişand paş.